Gel li Îtalyayê diçe dengê xwe dide
Tûra yekemîn li Îtalyayê, Kiliçdaroglû ji sedî 73,85 deng girtin. Ji bo Kemal Kiliçdaroglû tûra duduyan ji sedî 80’yê dengan bigire, gel diçe dengê xwe dide.
Tûra yekemîn li Îtalyayê, Kiliçdaroglû ji sedî 73,85 deng girtin. Ji bo Kemal Kiliçdaroglû tûra duduyan ji sedî 80’yê dengan bigire, gel diçe dengê xwe dide.
Tirkiyeyî û Kurdistaniyên li Îtalyayê, ji bo tûra duduyan a hilbijartina Serokkomariyê çûn ser sindoqan da ku dengê xwe bidin.
Tûra yekemîn li Îtalyayê, namzedê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 73,85’ê dengan girt û bû yekemîn, Recep Tayyîp Erdogan jî ji sedî 23,95’ê dengan girt.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Îtalyayê, ji xwe re kiriye armanc ku Kiliçdaroglû tûra duduyan a hilbijartinê ji sedî 80’yê dengan bigire. Koordînasyon, bi otobês, mînîbês û teksiyan xelkê ji Torîno, Bologna, Veneto û Floransayê dibe Roma û Mîlanoyê.